بيان صادر عن منظمة حقوق الإنسان في سوريا - (ماف) حول اختفاء الشاب ميرفان رشيد زعو في مدينة قامشلو.
تُعبّر منظمة حقوق الإنسان في سوريا – (ماف) عن قلقها البالغ إزاء اختفاء الشاب ميرفان رشيد زعو، البالغ من العمر سبعة عشر عاماً ومن أبناء مدينة قامشلو، والذي فُقد الاتصال به يوم الأربعاء 12/11/2025 عند الساعة الثانية عشرة ظهراً، وذلك في محيط دوار السوني أثناء توجهه لإحضار بعض الحاجيات المنزلية.
ومنذ لحظة اختفائه وحتى اليوم، تعيش عائلته حالة صدمة وحزن شديدين دون أن تتلقى أي معلومات عن مكان وجوده أو مصيره.
وتشير العائلة إلى أن ميرفان شاب هادئ وخَلوق ولا يعاني من أية مشاكل تُذكر، وأن هذا الاختفاء هو الحادثة الأولى من نوعها بالنسبة له. كما تزداد معاناة والدته التي تعاني أساساً من وضع صحي متدهور، وقد ساءت حالتها بشكل واضح بعد فقدان ابنها، وهي تنتظر عودته سالماً بفارغ الصبر.
وتؤكد العائلة أنها راجعت الجهات المختصة وقدمت شكوى رسمية حول الحادثة، وهي بانتظار رد واضح ومسؤول.
إننا في منظمة ( ماف ) نحمل قوات الأسايش المسؤولية المباشرة عن حماية المدنيين في المناطق التي تخضع لسيطرتها، ونطالبها بالقيام بواجبها القانوني والأخلاقي في الكشف الفوري عن مصير الشاب ميرفان رشيد زعو، والتحرك العاجل للبحث عنه وإعادته إلى عائلته سالماً.
كما نطالب جميع الجهات المعنية بتحمّل مسؤولياتها والشفافية في التعامل مع هذه الحالات التي باتت تتكرر بشكل يثير القلق.
وتهيب منظمة ماف بكل من يملك أية معلومات حول الشاب المختفي التواصل فوراً مع عائلته على الرقم التالي:
0938822796 – والد الشاب: رشيد زعو.
-منظمة حقوق الإنسان في سوريا – ( ماف ).
-رئيس المنظمة : عبدالباقي اسعد.
15.11.2025
-يمكنكم القراءة باللغة الكُردية.
-Hûn dikarin bi Kurdî bixwînin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê - (MAF) derbarê windabûna ciwanê bi navê Mîrvan Reşîd Zaou li bajarê Qamîşloyê daxuyaniyek weşand.
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê - (MAF) nîgeraniya xwe ya kûr derbarê windabûna ciwanê bi navê Mîrvan Reşîd Zaou yê hivdeh salî ji bajarê Qamîşloyê diyar dike ku herî dawî roja Çarşemê 12ê Mijdara 2025an, saet nîvro, li nêzîkî çerxerêya El-Sûnî dema ku diçû hin pêdiviyên malê bikire, pêwendiyek pê re hatiye kirin.
Ji kêliya windabûna wî heta îro, malbata wî di rewşek şok û xemgîniyek kûr de dijî bêyî ku tu agahî li ser cih û çarenûsa wî werbigire.
Malbat dibêje ku Mervan xortekî bêdeng û xwedî exlaqe ku ti pirsgirêkên wî yên diyar nînin û ev windabûn ji bo wî yekem care. Dayika wî ku ji berê ve ji ber tenduristiya wê nebaşe, jî pir xemgîne û rewşa wê ji windabûna kurê wê ve bi awayekî berbiçav xirabtir bûye. Ew bi bêsebrî li benda vegera wî ya ewle ye.
Malbat piştrast dike ku wan bi rayedarên pêwendîdar re têkilî danîne û gilînameyek fermî li ser bûyerê tomar kirine û li benda bersivek zelal û berpirsiyarin.
Em li rêxistina (MAF) hêzên Asayîşê rasterast berpirsiyarê parastina sivîlan li deverên di bin kontrola xwe de dibînin û em daxwaz dikin ku ew erkê xwe yê yasayî û exlaqî bicîh bînin da ku tavilê çarenûsa ciwanê bi navê Mirvan Reşîd Zaou eşkere bikin û tedbîrên bilez bigirin da ku lê bigerin û bi ewlehî vegerînin malbata wî.
Her wiha em bang li hemû aliyên peywendîdar dikin ku berpirsiyariyên xwe bigirin ser xwe û di çareserkirina van dozan de, ku her ku diçe zêde dibin û dibin sedema fikaran, şefaf bin.
Rêxistina ( MAF ) daxwaz ji her kesê ku derbarê ciwanê winda de agahî heye dike ku tavilê bi malbata wî re li ser vê hejmarê têkilî daynin:
0938822796 – Bavê ciwan: Reşîd Zaou.
-Rêxistina Mafên Mirovan li Sûriyeyê - (MAF).
-Serokê Rêxistinê: Ebdulbaqî Esed.
15.11.2025
